Li Silêmaniyê komxebata platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hate lidarxistin. Tê payîn piştre bi encamnameya komxebatê platform were ragihandin.
Li hola Pirtûkxaneya Tewar a li bajarê Silêmaniyê bi tevlêbûna gelek siyasetmedar, hunermend, aktivîst û kesên serbixwe komxebata ragihandina platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ pêk hat.
Peyama destpêkê ya komxebatê ji aliyê Şeyda Merûf ve hate xwendin. Piştre rapora platformê ji aliyê Sara Reza ve hate pêşkêşkirin û di raporê de behsa sîstema cîhanî ku bi awayekî li Rojhilata Navîn tê nûkirin û sîstema netewedewletê hate nirxandin.
Dîwana platformê ku ji Şîrîn Teha, Runak Mecîd û Gulistan Seîd pêk dihat, behsa armanca platformê kir. Di guftûgoyên komxebatê de behsa pirsa jinan, neteweya Kurd, yekitî, yekitiya jinan û çareserkirina astengiyên heyî û hwd hate kirin.
Di komxebatê de kesên amade, pêşniyarên xwe pêşkêş kirin, jinan der barê rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê, guhertinên li herêmê de bang li jinan kir ku bibin yek.
Bi taybet hate gotin di dema guhertinên Rojhilata Navîn de, jin bedelên mezin didin, lewma divê jin ji bo azadiyê bibin yek.
Her wiha behsa pêvajoya aştiyê ya bi banga Rêber Abdullah Ocalan re dest pê kiriye hate kirin û hate xwestin ji bo jin bigihêjin armancên xwe, divê hêza xwe bikin yek.
Piştî nirxandin û guftûgoyan, komxebat dawî bû. Lê biryar e bi encamnameyekê avakirina platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ were ragihandin.



