Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şêniyên bajarê Sirînê re civiyan û li daxwaz û rexneyên wan guhdarî kir.
Her wiha xebatên xwe şîrove kirin.
Civîna bi armanca guhdarîkirina li rexneyên gel û daxwazên wan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.
Piştre ji rêveberên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dûran Haşimî axivî û got: “Armanc ji civînên ku em li her kantonê li dar dixin ew e ku em xwe bighînin gelê xwe û li gorî wê em kar û barê xwe xurttir bikin.
Gelê me jî rexneyên xwe dike û em jî li gorî wan rexneyan tev digerin û xwe ji nû ve saz dikin.
Gelê me ne tenê rexne lê xwestekên xwe jî tînin ser ziman, ew jî pêşketina karê Asayîşê ye. Em daxwazên wan dikin rapor û ji Rêveberiya Giştî ya Asayîşê re dişînin. Em jî ji bo gelê xwe her amade ne.”
Beşdaran jî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn zimanê.
Hate gotin divê li ber belavbûna çekan û ajotina motorsîklêtan ji aliyê zarokan ve were girtin, teqandina guleyan di şahiyan de were astengkirin. Piştî wê jî pêşniyar hatin raporkirin.



