Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê ji ber barana dijwar lehî rabû.
Di encama vê karesatê de 50 kes mirin û 27 zarok jî winda ne.
Roja înê barana zêde ya ku barî, bû sedema ziyanên mezin.
Rayedarên eyaleta Teksasê تكساس ragihandin heta niha wan xwe gihandine cenazeyên 43 kesan. Hat diyarkirin di nava kesên mirî de, 15 zarok jî hene.
Rayedaran eşkere kir ku kampeke havînê bi ber lehiyê ket, zêdeyî 27 zarokên keç jî winda ne.
Rayedaran diyarkirin li kampa qiraxa çemê Guadalupe derdora 750 zarok diman û dan zanîn ji ber barana dijwar di nava 45 deqeyan de, ev çem 8 metreyan bilind bûye.
Her wiha hat ragihandin ku ziyan li gelek mal û avahiyan buye û heta niha nêzî 900 kes ji herêma karesatê hatine derxistin.



