Li Idlibê, li hemberî biryara Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz a kêmkirina mûçeyan xwepêşandan li dar xist.
Welatiyan got ku li şûna mûçe kêm bibin, gerek zêde bibin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku xwepêşandan li pêş avahiya ezmûnan a li Idlibê pêk hat.
Li wir mamoste biryara hikumeta veguhêz a Sûriyê ya kêmkirina mûçeyên mamosteyan red kirin.
Her wiha bang li aliyê peywendîdar kirin ku li şûna ku mûçeyan kêm bikin zêde bikin çimkî ger rewş wiha bimîne ew ê dev ji karê mamostetiyê berdin.



