DEM Partî dikyar kir di rojên pêş de di çarçoveya biryarên Kongreya PKK’ê de komeke gerîla wê gavan bavêjin û di vê çarçoveyê de komeke nivîskar vexwend çalakiyê. DEM Partî derbarê daxuyaniya ku tê payîn li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya pêvajoyê de were dayîn de agahî da û got.
“Em di ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de rojên girîng û dîrokî dijîn. Di vê çarçêveyê de çav li rê ye ku komek endamên PKK’ê li gorî biryarên kongreyê li nava xaka hikûmeta herêma Kurdistanê pêngavan biavêjin.
Partiya me hejmareke kêm nivîskarên quncikan (15-20 kesên ku bi kotayê hatine diyarkirin) vexwendine dîtina vê çalakiyê.
Nivîskarên hatine vexwendin wê li gel nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên ji aliyê partiya me ve hatine organîzekirin, bibin Herêma Kurdistanê.”
Hate ragihandin ku dîroka çalakiyê û hûrguliyên wê paşê werin ragihandin.



