Rayedarên dewleta Tirk her carê derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de radighînin ku pêvajo baş pêşdikeve lê heta niha jî gaveke berbiçav naevêtine.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan derbarê mijarê de dîsa îdia kir eger çek bên danîn wê pêvajo hê bi leztir bibe.
Erdogan piştî vegera ji Ezerbeycanê derbarê pêvajoyê de axivî û diyar kir piştî ku çek û şer ji rojevê derkeve wê deriyekî nû vebe.
Erdogan diyar kir gavên derbarê pêvajo de bi kontrol tên avêtin lê negot bê çi gav hatine avêtin.
Her wiha careke din îdia kir piştî bîryara çekdanînê bikeve meriyetê wê pêvajo bi leztir bibe û anî ziman ku ew ê destûrê nedin provakasyonan.
Erdogan diyar kir ew ê hefteya pêş bi şandeya DEM Partiyê re hevdîtinê bike, li ser gavên ku heta niha hatine avêtin û ji îro şûnde tiştên ku bên kirin niqaş bikin.Ç



