Vê sibê di operasyona li dijî şaredariyên Partiya Gel a Komarê-CHP’ê de, sê şaredarên bajarên mezin jî di navê de gelek kes hatin binçavkirin.
DEM Partî bertek nîşanî operasyonê da û diyar kir ev operasyon pêşî li çareseriyê digirin.
Di operasyona li dijî şaredariyan de şaredarê Semsûrê, şaredarê Antalyayê û şaredarê Edeneyê û gelek kesên din hatin binçavkirin.
Duh jî derbarê şaredarê Îzmîrê yê berê û nêzî sed kesên din de bîryara girtinê hatibû dayîn.
DEM Partî: Ev operasyon dest danîna ser îradeya gel e, em qebûl nakin
Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, bertek nîşanî binçavkirina Şaredaran dan.
Tûncer Bakirhan diyar kir ev operasyon destwerdana li îradeya gel û siyaseta demokratîk e û li dijî rêveberiyên herêmî zirarê didin hêviya aştiya civakî.
Tulay Hatîmogûllarî jî diyar kir binçavkirina şaredaran nayê qebûl kirin û got, “Divê rêz li îradeya gel bê girtin. Ev operasyon rêya çareserî, û demokrasiya Tirkiyeyê dixetimînin.”



