Di çarçoveya projeya vemirandina agir de li kampa Holê de,îro wezareta Karên Derve ya Emerîkî bi hevkariya Bernameya Firatê, sê wesayîtên agirkujiyê bi çalakiyeke diyarî agirkûja bajarê Hesekê kir.
Çalakiya radestkirina ereberyên agirkûjê bi amadebûna Desteya Cîbicîkar a Kantona Cezîrê, Yekîtiya Şaredariyên Cezîrê, Desteya Karûbarên Kedkar û Kedkaran, Meclîsa Bajarê Hesekê, Şaredariya Hesekê û rêveberiya kampa Holê ve, pêk hat..
Li gorî bernameyê Wesayîtek ji boTîma Agirkujiyê ya Hesekê be û du jî ji bo kampa Holê werin radestkirin da ku hewlên vemirandina agir baştir bikin û niştecihan biparêzin.



