Lêkolînerê Dîroka Gelên Resen Hena Somî hişyarî li ser xeteriyên dijî xiristiyanên li Sûriyeyê da, di heman demê de hişyarî da, ku Tirkiyeyê hewl dide her kesê dijberî projeya wê ya olî-tundrawî bisekine ji holê rake.
Lêkolînerekî hişyarî da: Li dijî Xiristiyanan plana koçberkirinê heye
Xiristiyanên li Sûriyeyê ji ber tevliheviya berdewam, zêdebûna nakokiyên mezhebî û xitabên nefretê gelek bi fikar in.
Gelek ji wan ji ber ku nebûna ewlehî û îstîqrarê bêaramiya bi tirs in.
Ev metirsî piştî êrişa li dijî Dêra Mar Elyas a li herêma Diwêla ya Şamê zêde bûn.
Lêkolînerê Dîroka Gelên Resen Hena Somî diyar kir ku bûyerên li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî ya Sûriyeyê de rû didin, li dijî maf, pîroziyên ol, mezhebî û baweriyên li Sûriyeyê ne.
Somî got: “Di Kanûnê de gelek kom derbasî herêmên xiristiyanan bûn, weke bajarê Siqelbiyê yê gundewarê Hemayê.
Li wir komeke terorîst li ber çavên cîhanê dara sersalê şewitand, ruxmî ku sembola hezkirinê û aştiyê û mîlada Mesîh e.”
Somî diyar kir ku komên terorîst ji şikandina sembolên olî, xerabkirina goran û şikandina xaçan, heta bi serbirînê sûcên xwe pêk anîn.
Ji wan sûcan beriya çend mehan bav û kurê wî yên mezheba Ermenî hatin serjêkirin.”
Somî anî ziman ku li Şamê, Helebê û herêmên din gelek komkujî hatin kirin, herî dawî jî êriş û teqîneke xwekujî li Dêra Mar Elyas pêk hat.
Somî wiha domand: Di wê teqînê de nêzî 100 kes ji mehzbeha Rom a Artedoks hatin qetilkirin û birîndar bûn.”
Somî ew bûyerên li Sûriyeyê rû didin bi “tundiya gendel” wesifand û diyar kir ku ev cureya kuştinê ya herî xetere ye û ev tişt anî ziman: “Bi binpêkirina baweriyan û belavkirina xîtabê nefretê re, xiristiyan û mezhebên dîtir ên ku ji zêdetirî 7 mehan ve rûbirûyî vê xîtaba yek olî û mezhebî ne, bi hêrs bûne.”
Somî di dewama axaftina xwe de ev tişt got: “Ev neteweya ku dixwazin ferz bikin, di nav de Îgor, Bakistanî, Afganistanî, Tirkmenî, Tajekistanî, Misrî û Tunisî hene.
Ew, bi rêya bicihkirina tirkmenan û hwd li ser guhertina demografiya fireh dixebitin.”
Somî destnîşan kir ku Xiristiyan ji beriya dîrokê, anku ji beriya 12 hezar sal ve li herêmê hene.
Li Idlibê enê 10 hezar xiristiayn hebûn; hatin kuştin û koçberkirin û yek jî ji wan nema.”
Somî da zanîn ku projeyek zelal heye ku bi rêbazeke sîstematîk xiristiyanan ji herêmê vala bikin, da ku yek reng were ferzkirin û ev tişt got: “Li ser kanaleke Sûriyeyê rojnamevanekî ji xiristiyanekî dipirse, ˋTu yê ji Sûriyeyê penaber bibîˊ ev pirs di vê qonaxê de nayê qebûlkirin, gelo çawa tu jê re dibêjî tu yê koçber bibî?
Tu çawa Suryan-Aramiyekî ku xwediyê vê xakê ye teşwîqî koçberkirinê dikî?”
Têkildarî projeya koçberkirin û penaberkirinê ya ku hin dewlet dimeşînin Somî got: “Ji bo pêkhateyên resen zehmet e ku ligel van xîtabên nefretê û mezhebperestiyê de bijîn.
Em nikarin bi tundrawên ku ji cihên dûr; ji rojhilat, rojava û başûr hatine Sûriyeyê re bijîn. Van Sûriyeyê bi tundrawiyê wêran kir.”
Somî destnîşan kir ku Sûriye ber bi aqûbeteke nediyar ve diçe û got: “Dema ku Tirkiye ji bo avakirina mizgetekê xwe pêşkêş dike, em jê re dibêjin pêdiviya Sûriyeyê bi mizgeft û dêran tune ye, lê bi kargehan, sererastkirina binesaziyê, nav, xaz û kehrebeya ku li piranî Sûriyeyê tune ye, heye.”
Somî li ser xeteriya Tirkiyeyê ya mezin hişyarî da û diyar kir ku Tirkiye hewl dide her kesên dijberî projeya wê ya olî ya tundraw bisekine ji holê rake, tevahî pêkhateyan jî ji sazkirina destûrê bi dûr dixe, nahêle gel li gorî çanda xwe tev bigerin çi Suryan, Ermenî, Asûrî, Elewî, Durzî û Kurd dibin, çi jî Îsmaîlî yan jî Mirşidî dibin.
Her wiha Somî diyar kir ku Tirkiye li ser Helebê diaxive weke ku wîleyata wê ya 82ˊyan e û propagandaya vegerandina bajarên Sûriyeyê li Împratoya Osmanî dike, çeteyên xwe yên Hemzat û Emşat ji bo pêkanîna komkujiyan li dijî mezheban dixe tevgerê.
Ji bo pêşîlêgirtina vê xeteriyê Somî bang li Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser kir, ji ber ku ew temîlsa rastîn li dijî hişmendiya mezhebperestiyê ne û got: “Ermen, Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Kildan, Tirkmen, Çeçen û tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karî xwe di nava Hevpeymana Civakî de bikin yek, ku ev hevpeyman mafên wan diparêze.”
Somî ji bo ku êriş, gendelî, dizî, girtinên li ser bingeha mezhebî rawestin, bang li dewletên mezin kir ku destwerdanê bikin an jî wê siberoja Sûriyeyê tarî be.
Di dawiyê de Somî got: “Çeteyên DAIŞ û Cebhet El Nusradest danîn ser piraniya herêmên Sûriyeyê. Tenê bajarê Qamişloyê bi saya yekitiya pêkhateyên wê neket bin destê wan çeteyan. Fikra Rêber Abdullah Ocalan jî hişt ku taxên xiristiyanan were parastin û mîna sala 2015ˊan ku bi serê Êzidî û Asûriyên li Xabûrê de hatiye, bi serê wan jî neyê.”



