Çek-berdana Hizbullahê di rojeva Amerîkayê de ye.
Nûnerê Amerîkayê yê li Sûriyê Thomas Barrack ji bo niqaşkirina vê mijarê wê di rojên pêş de biçe Libnanê.
Serokê Hizbullahê jî diyar kir ew di bin êriş û gefên Îsraîlê de çekan danaynin.
Radestkirina çekên Hizbullahê ya ji bo hikumeta Libnanê di rojevê de ye. Amerîka dixwaze heta dawiya salê Hizbullahê bê çek bike.
Nûnerê Amerîkayê yê Taybet li Sûriyê Thomas Barrack ragihand ku rayedarên Libnanê diyarkirine ji bo radestkirina çekan ji bi dewletê fersendeke mezin heye.
Tê diyarkirin Barrack wê di rojên pêş biçe Beyrûdê li ser vê mijarê hevdîtinan bike.
Hizbullah: Em di bin gefa Îsraîlê de çekan danaynin
Serokê Hîzbûllahê Neîm Qasim jî têkildarî mijarê di bîranîna Roja Aşûreyê de ku ji bo civaka Şiî girîng e, daxuyanî da.
Aasim di axaftina xwe ya li başûrê Beyrûdê ku bi rengekî zindî ji hezaran piştevanên wî re hate ragihandin, got “Bi gefê wê nikaribin me teslîm bigirin. Bila kes ranebin nebêjin ‘tawîz bidin’, ‘çekên xwe daynin’.”
Neîm Qasim di axaftina xwe de anî ziman ku Îsraîl li gorî agirbestê tevnagere, ji xaka Lubnanê ya dagirkirî venekişiya ye, êrîşan dewam dike, êsîrên Lubnanî nehatine berdan û herêmên di şer de hilweşiyan jinûve nehatine avakirin.
Qasim da zanîn piştî ku ev gav hatin avêtin, ew ê hingî amade bin ku li ser stratejiya parastin û ewlekariya neteweyî ya Lubnanê biaxivin.
Hat ragihandin ev gotinên Qasim, helwesta bi şert a Hîzbûllahê ya li ser bêçekbûnê nîşan dide.
Neîm Qasim piştî kuştina Hesen Nasrallah ya di Îlona 2024’an de, bû serokê Hîzbullahê.



