Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî û Serokomarê Tirkiyê wê sibê li hev bicivin.
Hat ragihandin Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Perwîn Bûldan û Mîthat Sancar sibê wê bi Erdogan re hevdîtinê bikin.
Hat diyarkirin hevdîtin wê saet 15’an li Qesra Serokomariyê ya li Enqerayê pêk were.
Lê hat diyarkirin ku beriya hevdîtina bi Erdogan re, Şandeya Îmraliyê wê bi hevserokên DEM Partî Tûncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari re rûnin.



