Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê, têkildarî şewatên di sala 2025’an de li Tirkiyê derketin daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê ji serê salê heta niha 3 hezar û 181 şewat derketine û ji van ji sedî 25 di nava 10 rojên dawî de derketine.
Li gorî agahiyên hatine parvekirin, hezar û 351 jê li qadên daristanan û hezar û 830 li derveyî qadên daristanan bi giştî 3 hezar û 830 şewat derketine.
Ji van şewatan ji sedî 25 jê di nava 10 rojên dawî de derketine.
Di şewatan de bi 27 balafir, 105 helîkopter, 6 hezar wesayîtên bejahî û 25 hezar personelan mudaxileyî şewatan hatie kirin.
Amûrên hewayî ji destpêka havînê heta niha 19 hezar û 135 sortî kirine
Û 62 hezar û 881 tonên avê veguhestine.
Hat destnîşankirin ku ji 3 hezar şewatan 761 jê ji 25’ê Hezîranê heta niha derketine.
Di nava 10 rojên dawî de li Îzmîr, Sakarya, Hatay, Bîlecîk, Manîsa, Stenbol û Bursayê zêdetirî 20 şewatên pir cidî derketine.
Ji 761 şewatên di deh rojên dawî de derketin 761 jê hatine kontrolkirin.



