Şervanê YPG’ê yê enternasyonalîst Dilsoz Bahar di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Şervanê YPG’ê Kevin Joachim bi nasnav Dilsoz Bahar, di 6’ê Tîrmeha 2015’an de di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bibû.
Ji bo bîranîna şehîd, Kurdistaniyên li Almaniyayê û Malbatên enternasyonalîstan li gel gora şehîd kom bûn.
Di axaftinan de bal kişandin li ser piştevanî, rol û têkoşîna enternasyonalîstan û wiha hate gotin:
“Ashley Johnston yek ji dehan şervanên enternasyonalîst e ku ji bo parastina nirxên mirovahiyê li berxwe dan.
Lewma li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê têkoşiya û di vê dozê de şehîd bû.”
Piştire beşdaran bi stranên Kurdî û Almanî şehîd Dilsoz Bahar bibîranîn.



