Rojnameya Washington Post a Amerîkayê da zanîn ku taloqkirina alîkariyên Amerîkayê ji bo Sûriyeyê gefên zêdebûna krîza tenduristiyê dixwe, bi taybet alîkariyên ji DYA û Ewropayê ve tên fînansekirin.
Li gorî rapora rojnameyê, rawestandina alîkariyên Amerîkayê bandoreke rasterast li fînansekirina projeyên li bakurê Sûriyeyê kir, ku li wir bi milyonan koçber dijîn.
Rojnameyê ku xwe spartibû berpirsa rêxistina MEHAD a Fransayê Michel Colombel a ku zêdetirî 20 navendên tenduristiyê yên li bakurê Sûriyê bi rê ve dibe:
Rojname diyar kir ku kêmkirina alîkariyên Amerîkayê bandoreke nerênî ya mezin kir.
Di encamê de klînîk û xizmetên sereke hatin girtin û rawestandin.
Girêdayî wê, metirsî heye ku 172 saziyên bijîşkî yên Sûriyê werin girtin.
Ev jî dibe sedema ku zêdetirî 4 mîlyon kes ji xizmetên sereke bêpar bimînin.
Heta niha jî 38 sazî hatine girtin.



