Di 13 Hezîranê de di navbera Îran û Îsraîlê de şerek mezin destpê kir û ev şer 12 rojan berdewam kir.
Di vî şerî de çavê her kesî li helwesta gelê Kurd yên li Rojhilatê Kurdistanê bû.
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak derbarê vê yekê de dibêje: “Divê Gelê Rojhilatê Kurdistanê şoreşa gelê Rojava ji xwe re mînak bigire û şoreşa xwe pêkbîne.Fikrê Rêber Apo wê gelan bibe serkeftinê.”
Ji bo ji nû ve destnîşan kirina nexşeya Rojhilata Navîn ev 20 salin şerên mezin di nava netewdewlet û hêzên desthilatdar yê cîhanê de berdewam dike.
Herî dawî di 13 Hezîranê de di navbera Îran û Îsraîlê de şerek mezin destpê kir.
Bê gûmam di vî şerî de hemû çav zivirîn li ser helwesta gelê Kurd yên li Rojhilatê Kurdistanê jiyan dikin.
Ji ber ku hertim ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin.
Têkildarî mijarê û helwesta gelê Rojhilatê Kurdistanê ya di vî şerî de, Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Filîz Budak avivî.
Filîz Budak diyar kir ku divê li Îranê sîstem bê guhertin û got:
“Bi avabûna komata Tirk û Îranê re şerê li dijî gelên kevnar ên Rojhilata Navîn hîn zêdetir û mezintir bûn.
Tişta girîng ya di vê pêvajoyê de were kirin ew ku armaca şerê heyî çiye, divê were zanîn.
Li ser vê bingehî pêkanîna plansaziyek a yekgirtina gelan wê gelên herêmê bibe serkeftinê.
Ya di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de gelan bibe serkeftinê, xeta sêyemîn ya avakirina netewa demokratîke.
Ji ber ku bi salan gelên herêmê bi hev re li hemberî hemû hêzên emperyal xwe parastine.”
Filîz Budak: Divê gelên herêmê bibin yek
Filîz Budak anî ziman ku armanca hersê dewletên desthilatdar cudaye û wiha domand:
“Yek ji wan dixwazan di Rojhilata Navîn de Hilala Şîa, yek jî dixwaze Siyûnîzmê û yê din jî xeyalên Osmaniyan pêkbîn e.
Dixwazin van xeyalên xwe bi ser Kurdistanê re li Rojhilata Navîn bidin pêkbînin.
Li dijî van jî xeta sêyemîn ya xwe bixwe parastina û xwe bixwe rêvebirina civakê wê gel bibe serkeftinê.
Divê gelê Rojhilatê Kurdistanê sîstemê ber bi demokratîkbûyîne ve dehf bide.
Dema vê yekê dike, ne tenê gelê Kurd pêwîste hemû netewên li Îranê jiyan dike bixe di bin ewlekariyê de.
Filîz Budak: Fikirê Rêber Apo wê gelan bibe serkeftinê
Filîz Budak destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi bîrdoziya sîstema netewa demokratîk tevbigere û gelan li derdora vê sîstemê kom bike û wiha pê de çû:
“Pêwîste Gelê Rojhilatê Kurdistanê şoreşa gelê Rojava ji xwe re mînek bigire û şoreşa xwe pêkbîne.
Divê jin li derdora hev kombibin. Ji ber ku ev sîstem herî zêde li dijî jin û ciwanan êrişan pêktîne.
Ji bo ku azadiya jinê bibe azadiya civakê, pêwîste sîstema netewa demokratîk were pêşxistin.
Di heman demê de aktorê serek yê vê pergalê Rêber Apo ye, li derdora fikirê Rêber Apo kom bûyîn, wê gelan bigihîne serkeftinê.”



