Nivîskar û rojnamevanê Sûriyê Xalid El Serhan diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyê berpirsê parastina tevahî sûriyan e û wiha got: “Divê hikumet dev ji siyasetên xwe yên dawîn ên zordarî, xîtaba nefterê û nijadperestiyê berde”.
Digel zêdebûna xîtabên tehrîdkirinê û binpêkirinên yekser ên bifikar, li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyê de binpêkirinên li dijî azadiyên olî û baweriyan berdewam in.
Di vê dawiyê de li dijî taxên xiristiyanan ên Şamê binpêkirinên sîstematîk hatin kirin.
Weke hemeleyên propagandaya dijminane bi rêya spêkeran ku bang li xiristiyanan dikin ku bibin misilman û gefên yekser li wan dixwin.
Derbarê mijarê de, Rojnamevan Xalid El Serhan axivî.
Xalid El Serhan diyar kir ku divê rêveberiya nû ya Sûriyê ewlehiyê û aramiyê bi cih bîne û got:
Azadiyên bingehîn di serî de azadiya baweriyê misoger bike.
Divê hesabxwestineke cidî ji her kesê binpêkirin li dijî sivîlan kirine were kirin, rêyeke rastîn a edaleta pêvajoya veguhêz were vekirin.
Sûcdarên şer neyên efûkirin û ji nû ve kesên di rejîma berê de sûc kirine venegerin ser kar.
Xalid El Serhan: Divê dev ji rêgezên şaş werin berdan
El Serhan bang kir ku divê dev ji rêgezên şaş werin berdan, mîna “konferansa serkeftinê”.
El Serhan ev konferans bi damezrandina desthilateke nû, hemwextî çûna Ehmed El Şeri li ser desthilatê wesif kir.
Di heman demê de El Serhan teqezî bi betalkirina “Danezana destûrî” kir û banga lidarxistina diyalogeke niştîmanî ya navxweyî ya rastîn kir û wiha anî ziman:
Ev diyalog divê ji ya Sibata borî ya li Şamê cudatir be, tevahî hêzên niştîmanî, bi taybet jî Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser beşdar bibin.
Herî dawî El Serhan banga bicihanîna bendên peymana Adarê ya di navbera serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed El Şeri û Fermandarê Giştî yê (QSD) Mezlûm Ebdî de kir
Di heman demê de daxwaza pêkanîna bendên wê ji bo yekkirina saziyên sivîl û leşkerî kir ku bi wê re welat derbasî qonaxa lihevhatina niştîmanî û aramiyê bibe.



