Welatên endamên koma BRICS duh li Brezilyayê li hev civiyan û civîn wê îro jî dewam bike.
Di roja yekem ya civînê de, şerê Rûsya û Ûkrayna, Şerê li Xezayê, Şerê Îran û Îsraîlê, bacên gumrikê yên Amerîkayê û hin mijarên din hatin niqaşkirin.
Welatên BRICS ango Brazil, Rûsya, Hindistan, Çîn û Efrîka Başûr roja yekşemê li bajarê Rio de Janeiro yê Brazil li hev civiyan.
Tê diyarkirin civîn wê îro jî dewam bike.
Beriya civînê serok û rayedarên van welatan bi hevre wêne kişandin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Çînê Xi Jinping beşdarî civînê nebûn. Pûtîn bi rêya vîdeo konferansê peyam şand.
Piştî roja yekemîn ya civînê belavokeke ji 31 rûpelî hate weşandin.
Zêdekirina bacên gumrikê û êrişên li ser Îranê hat şermezarkirin
Di roja yekemîn ya civînê de serokên van welatan bêyî ku navê Serokê Amerîkayê Donald Trump bi lêv bikin, zêdekirina bacên gumrikê, û êrişên li ser Îranê şermezarkirin.
Her hate ragihandin zêdekirina bacên gumrikê ne li gorî Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê ye û hate diyarkirin ev yek bazirganiya cîhanê kêm dike.
Di belavokê de rexne li êrişên leşkerî yên li Rojhilata Navîn jî hate kirin û êrişên Ûkraynayê yên li ser Rûsyayê jî hate şermezarkirin.
Di civînê de fikarên derbarê rewşa li Xezayê de jî hate destnîşankirin û banga berdana hemû hêsîran û danûstandinan hate kirin.
Serok Dewletê Brezilya Luiz Inacio Lulu da Silva jî rexne li bîryarên NATO yên li ser parastinê kir.
Koma BRICS navê xwe ji tîpên destpêkê yên Brezilya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîka Başûr digire û weke alternatîfê pergala aboriya Rojava hatiye avakirin.
Ev kom nîvê nifûsa cîhanê û ji sedî 40 jî aboriya cîhanê temsîl dike.
1’ê Çileya 2024’an, Misir, Etîyopya, Îran û Îmarat û piştî wê jî Erebistana Siûdî jî beşdarî vê komê bûn.
Hate ragihandin gelek welat di nav de Tirkiye, Ezerbeycan, Kazakistan jî dixwazin beşdarî komê bibin.



