Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporek li ser darvekirinên li Erebistana Siûdî weşand.
Di raporê de ragihand ku di sala 2024’an de li Erebistana Siûdî 345 kes hatine darvekirin û ev hejmar jî di nava 30 salên dawî de ya herî zêde ye.
Cezayên darvekirinê di 6 mehên destpêka sala 2025’an de her çû zêdetir bû û hejmara kesên hatin darvekirin gihişt 180 kesî.
Ev jî nîşan dide ku dibe di dawiya sala 2025’an de li Siûdî Erebîstanê di mijara darvekirina însanan de rekoreke nû derkeve holê.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku piraniya darvekirinan ne ji ber bikaranîna tundiyê, sedema wê sûcên madeyên hişbirê ne.
Velîahtê Erebistana Siûdî Prens Muhammed Bin Selman di sala 2022’yan de ji bo Kovara The Atlantic axivîbû. Di hevpeyvînê de gotibû cezayê darvekirinê tenê ji bo sûcên tundiyê yên ku bi navê cîhadê tên kirin didin. Û dabû xuyakirin ku ji bo sûcên din ti kes neyê bidarvekirin.



