Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehemed diyar kir ku ew şewatên li Laziqiyê ji nêz ve dişopînin û li hember wê amadebûna Rêveberiya Xweser tevî derfetên kêm ji bo piştgirî û destekdayînê anî ziman.
Têkildarî şewatên li Laziqiyê Ilham Ehemed li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da.
Ilham Ehemed hevxemiya xwe ji bo kesên ji şewatê bandor bûne nîşan da û got:
“Em bi xemgînî û fikar agirên li peravên Sûriyeyê dişopînin.
Dilê me bi wan kesan re ye ku bi wêrekî li hember xeteriyê rû bi rû ne.”
Her wekî Ilham Ehemed anî ziman ku hewldanên Wezareta Karesat û Rewşên Awarteyan ya Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ji bo pêşî lêgirtina şewatê, cihê teqdîrê ye.
Ilham Ehemed destnîşan kir ku tevî dorpêça li ser Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê, Reveberiya Xweser ya herêmê amedeye ji bo alîkariya destwerdana li ser kerasetê.
Di dawiyê Ilham Ehemed teqez kir ku ji bo kerastên wiha pêwîstî bi piştgirî û alîkariyek navnetweyî ya cedî ji bo Sûriyê heye.



