Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn vê sibehê Wezîrê Veguhestinê ji erk girt.
Wezîr piştî saetan mirî hat dîtin û li gorî daxuyaniya Rûsyayê wezîr “întixar” kiriye.
Pûtîn biryarnameyeke ku dawî li erka Wezîrê Veguhestinê Roman Starovoyt tîne îmze kir.
Di biryarnameyê de nehat gotin çima ji kar hatiye girtin.
Li gorî Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê, Wezîrê Veguhestinê yê ji kar hatî girtin di saetên êvarî de di seyareyekê de mirî hat dîtin.
Li gorî medyaya Dewleta Rûsyayê, piştî ku biryarnameya Pûtîn hat ragihandin bi demeke kurt wî xwe li banliyoyeke Moskowê kuştiye.
Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov, îro civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku Starovoyt “ne ku baweriya pê lawaz bibû” ji erk hatiye girtin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Starovoyt di navbera Îlona 2019 û Gulana 2024’an de li herêma Kûrskê walî bû. Beriya vê dîrokê jî li Kûrskê wekî waliyê demkî erk girtibû.



