Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin di 34’emîn salvegera şehadeta xwe de li Amedê hat bibîranîn.
Vedat Aydin di 5’ê Tîrmeha 1991’ê de li Amedê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû binçavkirin û cenazeyê wî di 7’ê Tîrmehê de li navçeya Maden a Xarpetê hatibû dîtin.
Di bîranînê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr, hevşaredarên navçeyan û gelek kesên din amade bûn.
Li vir Parlamentera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça axivî, behsa şehadeta Vedat Aydin kir û got: “Ji ber ku bi Kurdî diaxivî hat girtin. Ji ber ku li dadgehê bi Kurdî parastina xwe kir, dîsa hat cezakirin, lê dev ji Kurdî berneda. Têkoşîna ku wî da niha li dadgehan bûye mafê parastina bi Kurdî. Ew bû sedem ku gelek kes bi Kurdî parastina xwe bikin. Xwestin li cihê ku Vedat Aydin lê qetil kirin têkoşîna wî bi dawî bikin. Lê, li cihê ku lê hat qetilkirin bi hezaran kulîlk geş bûn. Bi hezaran Vedat Aydin li Kurdistanê ji dayik bûn.”
Her wiha, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî li ser gora Aydin axivî, diyar kir ku ew bi saya şehîdan heta vê rojê hatine û wiha dewam kir: “Di destê wî de çek tinebû, tiştekî ku pê şer bike tine bû. Tenê sûcê wî têkoşîna ji bo zimanê wî yê dayikê bû.”
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.



