Ji bo peydakirina kehrebê û başkirina hawîrdora perwerdehiyê Rêveberiya Xweser a kantona Dêrazorê, li dibistanan dest bi siwarkirina pergala enerjiya tavê û felterkirina avê kir.
Ji bo peydakirina kehrebeyê di dibistanan de, wê navend 16 tabloyên enerjiya tavê û batariyên pêwîst deyne.
Ev yek wê nêzî 40 ampêrî bide.
Her wiha ji bo ku ava vexwarinê ji xwendekaran û mamosteyan re were peydakirin, wê stasyonek biçûk ji bo parzûnkirina avê di her dibistanekê de were bicihkirin.
Ev stasyon wê di saetekê de nêzî 100 lître ava vexwarinê derxe.
Çaverê ye ku xebatên bingehîn ên siwarkirinê vê hefteyê bi dawî bibin, û wê piştre ev xebat li dibistanên din jî werin destpêkirin.
Li gorî nûnerên navenda perwerdeyê, Rêveberiya Xweser a kantona Dêrazorê ji bo pêxistina binesaziya dibistanan, plansaziyeke giştî daniye û dest pê kiriye.



