Duh şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi Partiya Azadiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) re civiya.
Ev yek ji bo karên yekîtiya neteweyî ya Kurd û yekitiya di navbera aliyên siyasî de pêk hat.
Şandeya KNK’ê ya ku ji Zeyneb Mistefa, Dr. Şêrko Emîn, Nesrîn Ehmed û Şoreş Xidir pêkdihat.
Şande ji aliyê endamên Desteya Rêveber ya PJAK’ê ve hatin pêşwazîkirin.
Li gorî agahiyên, di civînê de behsa rewşa siyasî, geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn ,
Bihêzkirina yekîtiya neteweyî û yekdengiye partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, hatiye kirin.



