Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew amade ye piştgirî bide hewldanên vemirandina şewatên li gundewarên Laziqiyê.
Koordînatorê Kar û Barên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Sûriyê Adem Ebdulmewla di vê derbarê de daxuyaniyek da.
Adem Ebdulmewla diyar kir ku Rêxistinên navneteweyî amade ne piştgiriyê bidin hewldanên vemirandina şewatên li daristanên gundewarên Laziqiyê û mexdûrên şewatê.
Ebdulmewla fikarên xwe ji ber şewatên li daristanên Laziqiyê anî ziman û got:
Di encama şewatab de, bi sedan malbat ji malên xwe reviyan, rûberên fireh ên zeviyên çandiniyê û binesaziyê wêran bûn.
Tîmên NY’yê nirxandinên lezgîn dikin da ku asta karesatê û pêdiviyên mirovî yên herî lezgîn tesbît bikin.
Em amade ne piştgiriyeke bêdawî bidin desthilata herêmê û alîkariyên lezgîn bidin tevahî civakên mexdûr.



