Li eyaleta Teksas a Amerîkayê hejmara qurbaniyên ji ber karesata lehiyê zêde dibe.
Hate ragihandin heta niha 104 kes mirine û hê jî gelek kes winda ne. Xebatên lêgerînê û rizgarkirinê dewam dikin.
Li eyaleta Californiya jî şewat didome û bi deh hezaran hektar erk şewitiye.
Bîlançoya karesata lehiyê ya li Amerîkayê giran dibe.
Li Eyaleta Teksasê ya li başûrê Amerîkayê barana ku 4’ê Tîrmehê barî rê li ber lehiyê vekir.
Li gorî daneyên dawî yên rayedarê eyaletê tenê li herêma Kerr ku herî zêde ji lehiyê bandor bibû 84 kes mirine.
Hate ragihandin ji qurbaniyan 28 zarok in.
Karesata herî giran li kampeke havînê ya Xiristiyanan a bi navê Camp Mystic li ser Çemê Guadalupe pêk hat.
Hat ragihandin 750 kes li vê kampê diman, 27 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan zarok bûn.
Waliyê Teksasê hişyarî da ku barana berdewam a li herêmê dikare bibe sedema lehiyên nû.
Li herêmên ku kareset pêk hatiye, bi sedan xebatkarên rizgarkirinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.
Serokê DYE’yê Donald Trump karesat wekî “karesatek ku di sedsalekê de carekê çêdibe” bi nav kir.
Trump ragihan ku wê ji bo Teksasê alîkariya federal pêk bê.
li eyaleta Californiyayê şewat didome
Li aliyê din li Eyaleta Californiyayê jî şewata ku 2 Tîrmehê destpê kiriye û berfireh dibe.
Li gorî Malpera parastina daristan û agir (Cal Fire) şewata ku 2 tîrmehê li Bajarê San Luis Obispo a California derketiye dewam dike tenê %35 hatiye kontirol kirin. Hat diyarkirin zêdeyî 30 hezar hektar erd şewitîye.
Hat diyar kirin li herêma Riversida yê jî şewat belavî hezar hektarî buye û ji bo kontrolkirina agir xebat tên meşandin
Her wiha li gelek herêmên din jî şewata ku derketiye belav dibe û zêdeyî 600 hektar erd daye berxwe.



