Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar behsa hewldanên ji bo veguherîna demokratîk li Sûriyê û girîngiya destûrê kir.
Riyad Derar diyar kir ku demokratîkbûn ji bo Sûriyê pêdiviyek hebûnî ye:
Derar da zanîn ku MSD dikare modelek demokratîk pêk bîne û got: ”Eger destûreke ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger dike neyê nivîsandin, wê siberoja Sûriyê nebe”.F
Cîgirê Hevserokatiya MSD’ê Riyad Derar, der barê hewldanên ji bo veguherîna demokratîk li Sûriyê, girîngiya destûrê, rola civaka sivîl û helwestên aliyan li ser pêvajoya siyasî de, ji ajansa ANHA’yê re axivî.
Riyad Derar diyar kir ku li Sûriyê, demokrasî mumkun e, lê hinek şertên wê hene.
Ya yekem ew e ku dawî li zordestî û otorîterîzmê were, bi taybet otorîterîzma leşkerî.
Pêdivî bi hemwelatîbûna wekhev heye, li ser bingeha mezheb, eşîr an jî ol nabe.
Pêdivî bi hêzên sivîl û rêxistinên siyasî yên ku bi rastî jî bi demokrasiyê bawer in heye.
Hewcehiya me bi dewletek pêşketî heye ku li hember ol û mezheban bêalî be, maf û azadiyan biparêze.
Riyad Derar: MSD’ê dikare modelek demokratîk li Sûriyê pêk bîne
Derar anî ziman ku nebûn an têkçûna demokrasiyê tê wateya berdewamiya krîzan, gurbûna nakokiyên navxweyî û mezhebî û wiha bi lêv kir:
MSD dikare tevlî hewldanên veguherîna demokratîk bibe, ji ber ku ew xwe wekî projeyek demokratîk, laîq û nenavendî pêşkêş dike; ji bo avakirina sîstemek rêveberiyê ya piralî têdikoşe.
Lewma MSD dikare modelek demokratîk pêk bîne ku bibe model.
MSD dikare kanalên diyalogê bi pêkhateyên din ên siyasî, bi rejîma heyî û opozîsyonê re veke.
Riyad Derar: Sîstema nenavendî modela herî baş ji bo lihevkirinê ye
Her wiha Riyad Derar destnîşan kirk u destûr rêya xebatên siyasî vedike, eger prensîbên wê werin bicîhanîn, ew dikare me ber bi rêya rast ve bibe û got:
Pîvanên bingehîn ên ji bo destûrekê divê ev bin:
Serweriya qanûnê, hemwelatîbûna wekhev, jihevcudakirina hêzan, parastina mafên mirovan, pirrengiya siyasî, bêalîbûna dewletê li hember olan û naskirina cihêrengiya neteweyî û etnîkî.
Sîstema nenavendî modela herî baş e ji bo lihevkirinê.
Peymana Civakî ya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye sazkirin, bûye bingeha avakirina ramanên destûrî yên ku maf, azadî û naskirina hemû pêkhateyan misoger dike.
Riyad Derar: Ya ku dibe asteng li pêşiya demokrasiyê sîstema ewlehiyê ye
Derar da zanîn ku yek ji astengiyên herî girîng ên li pêşiya pêvajoya veguherîna demokratîk, sîstema ewlehiyê ye ku nahêle dewleta totalîter hilweşe û dibêje:
Destwerdana welatên herêmî yên ku naxwazin demokrasiyê derbasî welatê wan bibe jî, bandorê li veguherîna demokratîk dikin.
Ger ev hikûmet xwe ji otorîterîzma kevneşopî cuda neke, wê pêvajoya veguherîna demokratîk dirêj bibe.
Riyad Derar: Divê Sûriyê projeya xwe ya demokratîk çêbike
Di dawiyê de Riyad Derar got:
Civaka navneteweyî dikare fişarê li hemû aliyan bike ku beşdarî pêvajoya demokratîk bibin.
Dikare pêvajoya Cenevreyê li gorî biryara 2254’an veguherîne pêvajoyek destûrî ya rasteqîn.
Tişta tê xwestin ew e ku Sûrîyeyî projeya xwe ya demokratîk çêbikin.



