20’ê Cotmeha 2024’an hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Başurê Kurdistanê hate lidarxistin.
Lê ji ber hinek pirsgirêkan heta niha hikûmet nehatiye avakirin.
Çalakvana di warê mafên jinan de Sazan Ebdula di çarçoveya jinan ya di civînên pêkanîna hikûmetê de axivî.
Sazan Ebdula ji bo ku jin bikaribe bi awayekî çalak beşdarî siyasetê bibe, divê planeke rojane hebe.
Di 20’ê Cotmeha 2024’an de hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin.
Lê ji ber nakokiyên di navbera her du partiyên desthilat ên PDK û YNK’ê de, heta niha hikûmet nehatiye avakirin.
Çalakvana di warê parastina mafê jinan de Sazan Ebdulah, di derbarê paşketina avabûna hikûmetê de axivî.
Her wiha qala dûrxistina jinan ji biryarên siyasî û civînên danustandinan de axivî.
Sazan Ebdulah diyar kir ku divê hikûmet di zûtirîn dem de were avakirin .
Divê ji aliyê parlementoyê ve bawerî bê dayîn ku ev yek valahiyek yasayî çêkiriye.
Sazan Ebdula: Gelek astengî li pêşiya jinan di nava partiyên siyasî de hane
Çalakvan Sazan Ebdulah balkişand li ser nebûna nûnerên jinan di pozîsyonên şandeyan de .
Bi gotina wê niha gelek astengî li pêşiya jinên di nav partiyên siyasî de hene.
Gerek ev satengî tunebin û jin di civînên ji bo avakirina hikûmetê de cih bigirin .
Sazan Ebdula: Hinek partî jinan di rêza duyemîn de dibînin
Sazan qala bêbandorkirina jinan di navendên biryardayîn û danustandinan de kir û wiha anî ziman:
“Hinek parlamenterên jin baweriya xwe bi pirsgirêkên jinan naynin, ji ber ku partiyên siyasî kadroyên partiyan li gorî xwe diafirînin.
Ji ber ku hinek partî jinan di rêza duyemîn de dibînin û baweriya xwe bi jinan naynin.”
Sazan Ebdula: Ji bo ku jin bikaribe beşdarî siyasetê bibe divê planeke rojane hebe
Herî dawî Çalakvan Sazan Ebdulah tekezî kir ku jin ji bo derketina pêş ya jinan pêwîstî bi hewldan û westandinek zêdetir heye.



