Rêveberiya Xweser dê piştgiriyê bide xebatên vemirandina şewatên li Perava Sûriyê.
Rêveberiya Xweser amadekariyên piştgiriya hewldanên vemirandina şewitên li daristan û herêmên çiyayî yên perava Sûriyê dike.
Hate diyarkirin dê Rêveberiya Xweser tîm û erebeyên agirkujiyê, tankerên avê û alavên teknîk ên rêgirtina li pêşiya belavbûna şewatan bişîne herêmên peravê, taybet gundewarên Laziqiyê.
Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, destek dê îro ber bi peravê ve bi rê bikeve.
Heta niha li daristan û deverên çiyayî yên perava Sûriyê şewat rû dide.
Ji ber bayê dijwar agir belav dibe. Ji gelek parêzgehên Sûriyê tîmên vemirandina şewatan di nava seferberiyê de ne.



