HPG nasnameya Fermandarê şehîd Sîdar Armanc eşker kir. HPG’ê ji malbata Fermandar Sîdar Armanc û ji hemû gelê kurd ê welatparêz re sersaxî xwest û soza pêkanîna xeyalên şehîdan dubare kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê şehadeta Fermandar Sîdar Armanc eşker kir.
HPG’ê ragihand ku berxwedana Girê Amediyê yek ji berxwedanên tunelan a di dîroka me ya têkoşînê de herî demdirêj e, bi xwe re gelek destkeftî anîn û rê li ber bandoreke mezin vekir.
HPG’ê diyar kir ku hevrêyê wan Sîdar Armanc ji hevrêyên xwe yên fedayî yên şehîd bûne, fermandariya Berxwedana Girê Amediyê dewr girt û li pey şopa şehîdan meşiya û got:
Fermandar Sîdar Armanc di 4’ê Gulana 2024’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû.
HPG: Fermandar Sîdar Armanc ji me re mîrateyeke têkoşînê hişt
HPG’ê derbarê têkoşîn û xebata Fermandar Sîdar Armanc de wiha anî ziman:
Hevrêyê me Sîdar li navçeya Erdîş a Wanê ku bajarekî qedîm ê Serhedê ye, di nava malbateke welatparêz de hate dinê.
Gav bi gav li ser rêya bûyîna şervanê azadiyê yê gelê xwe, ber bi pêş ve çû.
Fikirî ku dema girtina berpirsyariya dîrokî hatiye û zanî ku bersiva herî baş a ji zilma dewletê re were dayîn tevlîbûna nava refên gerîla ye, çawa ji zindanê derket di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me li hemberî operasyonên dewleta Tirk ên dagirkirinê yên di sala 2022’an de li Zap, Avaşîn û Metînayê dane destpêkirin, weke milîtanekî fedaî yê Apoyî pêşniyar kir ku derbasî qadên şer bibe.
Fermandar Sîdar bi sekna xwe ya bibiryar a li ser xeta fedaîbûnê, tevlîbûna xwe ya îdeolojîk, tecrûbeyên xwe yên di warê leşkerî de û hevrêtiya xwe ya rastîn ji me re mîrateyeke têkoşînê ya nejibîr û telîmata serkeftinê hişt.
Di dawiyê de HPG’ê fermandarê fedayî yê Apoyî hevrê Sîdar Armanc bi rêzdarî bi bîr anî û soz ku berxwedana wî ya dîrokî ya ji wan re weke mîrate hiştî ber bi serketinê ve bimeşînin.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Sîdar Armanc
Nav û Paşnav: Mahmut Tut
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik: Hatîce
Navê Bav: Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Gulana 2024’an / Zap



