Di şêrê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de heta niha li seranserî Îranê 1100 kesi jiyana xwe ji dest daye. Rayedarekî Îranî daxuyanî da televîzyona dewletê û ev hejmar piştrast kir.
Midûrê Weqfa Şehîdan û Gaziyan roja duşemê roportaj da televîzyona dewletê û diyar kir ku heta niha 1100 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî bilançoya fermî ya berê hejmara miriyan 935 kes hatibû diyarkirin.
Di şerê 12 rojan de, di encama êrîşên Îsraîlê de gelek rayedarên payebilind hatibûn kuştin.
7’ê Tîrmehê roja duşemê Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan daxuyanî da û îdîa kir ku Îsraîlê hewl da wî bikuje.



