Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku şewatên ku li herêmên peravê karesateke jîngehê ye û pêdivî bi destwerdaneke navneteweyî heye.
Her wiha diyar kir ku ew amade ye “di çarçoveya derfetên berdest de, her cure alîkariyê pêşkêş bike.”
Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro der barê şewatên li deverên perava Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Daristanên li peravê ji ber van şewatên dubare rastî kareseteke jîngehê hatine. Ev yek bûye sedema wêrankirineke berfireh a jîngehê.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Krîza Sûriyeyê ya ku di sala 2011`an de derketiye bandorên wêranker li ser jîngehê kirine. Êrişên leşkerî û topbaran bûne sedema wêrankirina deverên mezin ên daristanan, di heman demê de şert û mercên şer û nebûna derfetên madî û teknîk hiştiye ku pergala jîngehê lawaztir bibe.”
Desteyê her wiha da zanîn ku şewatên bi zanebûn ên ku daristanên peravê wêran dikin, ne tenê karesatek xwezayî ye, lê ew şerekî li dijî jîngehê ye.
Desteya Jîngehê diyar kir ku ew amade ye “di çarçoveya derfetên berdest de, her cure alîkariyê ji bo vemirandina şewatan û pêşîgirtina li vê karesata jîngehê pêşkêş bike.”
Di dawiya daxuyaniyê de desteyê bang li civata navneteweyî û rêxistinên jîngehê kir ku destwerdanê bikin û bibin alîkar ji bo parastina daristanan.



