Vezîrê karê derve yê firansayê Joan Noel Barot duh êvarî ragihand ku Ewrûpa ji bo paketên nû yên ambargoyê li ser Rusiyayê xwe amade dikin û ev ambargo wê bibe ambargoya herî dijwar ya di nava van 3 salên dawî
Barot di kanaleke Televîzyonî ya Firansayê de, anî ziman bi hevkariya DYA’ ê li ser esasê pêşniyara Firansayê yekîtiya Ewrûpayê xwe ji bo ambargoyekî hişk li ser Rusiyayê xwe amade dikin.
Joan Noel Barot teqez kir, ew ambargo wê li ser Nefta Rusiya, Sermayedarên Rusiya û her zasiye ku Rusiyayê re hevkariyê bike wê bibe hedefa me.
Vezîrê karê derve her wiha destnîşan kir ku armanca van cezayan ew e ku pêşî li operasyonên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê bigirtin.
Hêjayî bibîr xistinê ye, ji destpêka operasyona leşkerî ya Sibata 2022an de destpê kiriye Yekîtiya Ewropayê 17 pakêt cezayan li dijî Moskowê ferz kiriye ku her şeş mehan carekê bi biryara piraniya endamên Yekîtiyê têne nûkirin.



