Serokwezîrê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî bi Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir.
Mûhammed Şiya Sûdanî bi Serokê MÎT Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Iraqê ve hate dayîn, di hevdîtinê de mijarên îstîxbarata hevpar û hevkariya ewlekariyê ya navbera herdu welatan de hatiye nirxandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bo pêkanîna aramiyê bi taybetî li herêmên sînorên hevpar, ji bo xurtkirina ewlehiya herêman, herdu aliyan li hev kirine ku hevkariyê zêde bikin.
Li gorî daxuyaniyê, dosyayên ewlekariya hevpar, parvekirina îstîxbaratê, koordînasyona agahiyan û pêkanîna ewlehiya sînorî a di navbera Iraq û Tirkiyeyê hewldanên hevpar hatin nirxandin.



