Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ew ketine hefteyeke dîrokî, da zanîn beriya ku meclis bê girtn divê komîsyon bê avakirin.
Tulay anî ziman ku aştî gelek nêzîk buye û dibêje: “Divê aştî li ser bingeheke demokratîk were avakirin û mayindekirin.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de axivî û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gavên ku divê bên avêtin nirxand.
Tulay Hatîmogûllari anî ziman piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, weke DEM Partî ew li her çar aliyên Tirkiyê xebatên xwe didomînin.
Her wekî, diyar kir ku beriya Meclis were girtin divê Komîsyona Aştiya Civakî û Demokratîkbûnê tavilê were avakirin û ev komîsyon tevahiya havînê bi şev û roj bixebite.
“Em derbasî hefteyeke dîrokî bûne, pêdivî bi gavên şênber heye”
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, ew derbasî hefteyeke dîrokî bûne û dibêje,
Ji bo ev hefte serkeftî derbas bibe, divê astengiyên siyasî û hiqûqî bên rakirin û deriyên demokratîkbûn û aştiyê bên vekirin.
Em di qonaxa aştiyê de ne. Pêdivî bi avêtina gavên şênber heye.
https://mezopotamyaajansi35.com/tum-haberler/content/view/281145



