Ev 6 roj e şewata daristanan a li peravên bajarê Lazqiyê ya Sûriyeyê didome. Nêzî 100 kîlometre dam daristan ji ber şewatê bû xwelî.
Wezîrê Karûbarên Awarte û Karesatan Raid El Salih, got ku wan ji bo têkoşîna vemirandina agir alîkariyê ji YE’yê xwestine. El Salih got balafirên agirkujiyê yên ji Qibrisê ji bo vemirandina şewatan tên, çaverê ye îro bikevin tevgerê.
5 hezar kes bandor bûne û gund hatın valakırın
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), ragihand ku agir ji %3’yê bêhtir ji daristanên Sûriyeyê wêran kiriye û hate gotin ku bandor li dora 5 hezar kesan kiriye. Hin gundên Lazqiyê hatin valakirin, lê ti qurbanî çênebûn.
Li gorî rayedaran germahiya zêde, bayên bihêz, erdê çiyayî û bermahiyên şer hewldanên vemirandina agir zehmettir dikin. El Salih diyar kir ku şevê agir li gundê Heseniyeyê dest pê kiriye, jin û zarok hatine tehliyekirin û got ku agir bi piştgiriya şêniyên herêmê hate kontrolkirin.
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), ragihandibû ku Sûriye bi şert û mercên avhewayê yên herî xirab ên 60 salan re rû bi rû ye.



