Parlementoya Iraqê derbarê mûceyên karmendê başûrê Kurdistanê de, diyar kir ku wan biriyara avakirina desteyekê dane, ev avakirin jî bi şertê ku dahata neftê ya başûrê Kurdistanê di bin çavdêriya Iraqê de be.
Parlementoya Iraqê derbarê mûçeyên karmendên başûrê Kurdistanê civînek lidarxist.
Di civînê de, avakirina desteyekê ji bo şopandina dahata neftê ya başûrê Kurdistanê hate nîqaşkirin.
Desteya bê avakirin, ji endamên wezîretên darayî, dad, xwendina bilind û wezareta tenduristiyê pêk tê.
Erka desteyê jî pêşvebirina nîqaşên di navbera şandeya başûr û Hikûmeta Federal de ye, da ku reşnivîseke nû bibe civîna siberojê ya Parlementoya Iraq û biryarê derbarê wê bide.
Avakirina vê desteyê jî di demekê de bû ku çavê her kesê lê bû, di navbera Şandeya Herêmê û Federal de peymanek were îmzekirin.
Her wiha ti biryar ne hate girtin û mijara mûçeyan ji bo hefteyek din ya civîna parlementoyê hate taloqkirin.



