Profesorê Amerîkî, Warren Montag piştgirî da banga Ebdullah Ocalan û got:
“Ev pêvajo xwedî wê potansiyelê ye ku rêyeke aştîxwaz û berfireh pêşkeş dike.”
Profesorê wêjeyê yê sosyalîst ê Amerîkayî Warren Montag ragihand ku ew piştgiriyê dide “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ve hate weşandin, Montag bi peyamekê piştgirî da banga Ebdullah Ocalan.
Peyama Montag diyar kir ku ew jî dixwaze tevlî wan dengan bibe ku piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê, ku di navbera hikumeta Tirk û nûnerên siyasî yên gelê Kurd de tê meşandin.
Armanca vê yekê careseriyeke wekhev a ji bo şerê bi dehan salan e.



