Nûnerê Amerîka ji bo Sûriyê Tom Barrack li Şamê bi serokê hikumeta Sûriyê a veguhêz Ehmed El-Şer civiya.
Tom Barrack ji aliyê serokê hikumeta Sûriyê a veguhêz Ehmed El-Şer û Wezîrê Karê Derve Esed El-Şîbanê li Qesra Gel a Şamê hate pêşwazîkirin.
Civîna aliyan ji ragihandinê re girtî berdewam kir.
Ev hevdîtin, piştî civîna Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel berpirsên Hikûmeta Sûriyê ya Veguhêz û bi beşdariya amerîkî û fransî pêk tê.
Lê derheqê wê de tu agahî nehatine belavkirin.



