Piştî dîmena Rêber Abdullah Ocalan hate weşandin, li seranserî bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel daket qadan û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Rêber Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara yekemîn ji gel re axivî. Piştî temaşekirina dîmenê, şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi girseyî daketin kolanan û banga Rêber Abdullah Ocalan a meşandina siyasetê li şûna çek û avêtina gavên cidî ji bo bidestxistina aştiyê, bi coşekî mezin pêşwazî kir.
Şêniyan bi erebeyên xwe yên bi al û wêneyên Rbêer Apo xemilandine li kolanan geriyan û piştgirî da xîtaba diyalogê û yekitiya di navbera gelan de.
Qadên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguherîn tabloyên ji şahî û hêviyê. Bi hezran şênî ji bo banga Rêber Abdullah Ocalan pîrozbahî li dar xistin.
Li qadên pîrozbahiyê dengê stranên şoreşgerî bilind bû û govend hatin gerandin.
Li hin qadan peyama bideng a Rêber Apo hat pêşkêşkirin û li qadên din jî peyam hat xwendin.
Pêkhateyên Ereb, Suryan û Kurd jî ev peyam bi kêliya dîrokî ya vîna azad, dengê mezin ê ku dîwarên bêdengiyê derbas kiriye, ragihandina ku rêya aştiyê hîna vekirî û pêkan e û jidayikbûna nû ya hêviya ku nayê şikandin, wesif kir.
Ev şahî û pîrozbahî, nîşan dide ku gel bi bangewaziyên aştiyê, nirxên jiyana hevbeş re ye, nemaze ku aloziyên siyasî û mirovî li herêmê berdewam in.



