Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava cîhanî ya “Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin” ragihand û diyar kirin ku heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe ewê her liqadabin.
Têkildarî mijiarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî civînek çapemeniyê baxçeyê Rêber Apo lidarxist.
Li wir Berdevka TAJÊ Rîham Hico axivî.
Rîham diyar kir ku tecrîd hîn nehatiye şikandin û dê têkoşîn dewam bike û got:
“Wek jinên Êzidî daxwaza me şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ye.
Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me jinên Êzidî ye.”
Li ser navê Jinên Ciwan ên Şengalê, Avesta Ezda destnîşan kir ku wê jinên ciwan yên Şengalê beşdarî pêngavê bibin.
Avesta got, Rêber Apo herî zêde nirx û girîngiyê dide azadiya jinê, lewma divê em bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin.



