Rûsyayê êrişî bajarekî li rojhilatê Ukraynayê kir, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.
Ukraynayê duh êvarî bi daxuyaniyeke ku li ser Telegramê weşandî, ragihand ku Rûsyayê bi awayekî hewayî êrişî bajarokê Kostyantynovka yê li rojhilatê welat kir.
Di encamê de 3 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Dezgehê der barê êrişê de diyar kir ku ji ber êrişê avahiyeke îdarî rûxiya.
Tîmên rizgariyê 2 cenaze ji bin kavilan rakirin.
Li gorî daxuyaniyê tîmên agirkujiyê şewatên li 4 avahiyan jî vemirandin.
Kostyantynivka ya li herêma Donetskê ku ji çend mehan ve di bin êrişa Rûsyayê de ye, wek xaleke girîng e ji bo pêşveçûna Rûsyayê ber bi rojava ve tê dîtin.
Waliyê herêma Donetskê Vadim Vilashkin daxwaza veguhastina niştecihên wê bo deverên kêmtir xeternak ên li Ukraynayê kir.



