Rayedarekî payebilind ê Îsraîlî diyar kir ku di şerê Xezeyê de agirbest dibe ku di nava hefteyek, du hefteyan de bê ragihandin.
Her wiha hate eşkerekirin ku Hemasê pejirandiye ku 10 girtiyan berde.
Rayedarê Îsraîlî ji Reutersê re axivî û anî ziman ku agirbesteke ji 60 rojî ya gengaz eger Hamas bêçek bibe dikare veguhere aştiyeke mayinde.
Lê belê eger Hamas vê daxwazê red bike wê operasyonên Îsraîlê dewam bikin.
Ev daxuyanî piştî hevdîtinên veşartî yên Amerîkayê yên bi rayedarên payebilind ên Îsraîl û Qatarê hate dayin.
Li gorî nûçeyan Axiosê, di hevdîtinan de astengiyên bingehîn ên li pêşiya agirbestê û berdana dîlgirtiyan hatin nirxandin.
HAMASÊ BERDANA 10 GIRTIYÊN ÎSRAÎLÎ PEJIRAND
Her wiha hate ragihandin ku Hamasê di dema danûstandinên bi navbeynkariya Qatar, DYA û Misrê de helwesteke nerm nîşan daye û qebûl kiriye ku 10 dîlgirtiyên Îsraîlî berde.
Hamasê diyar kir ku mijarên bingehîn ên weke gihandina alîkariya mirovî ji Xezeyê re, vekişîna Îsraîlê û garantiya ji bo agirbesta mayinde hîn jî têne nirxandin.



