Êrişên artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezayê hem bejahî û hem jî hewayî didome.
Di êrişên dawî de li heremên cuda yên Xezayê de de 28 kes hatine kuştin.
Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku ew li Xezayê 180 êrişên hewayî pêk anîne.
Artêşa Îsraîlê saetên serê sibehê li gelek heremên Şerîda Xezayê êriş pêk anî.
Di êrişê de 28 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê û şahidan, leşkerên Îsraîlê mal, konên girêdayî xelkê Xezayê û bendên alîkariyê kirine armanc.
Artêşa Îsraîlê bi karanîna dronekê êrîşî Filistîniyên ku li nêzî navendeke tenduristiyê ya li Deyr el-Belahê, li benda belavkirina xwarinê bûn kir.
Di êrîşê de 13 kes hatin kuştin, piraniya wan zarok û jin bûn.
Li Kampa Penaberan a Bureycê, maleke Filistînî hate hedefgirtin û çar endamên malbatê hatin kuştin.
Di du êrîşên ku li dijî qadeke kombûna sivîlan û maleke li Kampa Penaberan a Nuseyratê pêk hatin de, 2 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Îsraîlê li Xezayê di 24 saetên dawî de 180 êrişên hewayî pêk anî
Her wekî artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li ser Şerîda Xezayê 180 êrişên hewayî pêk anîne.
Li gor artêşê êrîş di bin rêvebirina Îstîxbarata Leşkerî û ajansa îstîxbarata navxweyî Shin-Bet ango Shabak de hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gel wan êrişan, bi êrîşên bejayî yên hevdem jî hatine piştgirîkirin, avahiyên bombekirî, depoyên çekan, rampên dijî tankan û tunelan hatine hedefgirtin.
Li Başûrê şerîda Xezayê êriş pêk hatin
Her wiha di êrîşeke li dijî konên Filistîniyan li herêma Mawassî ya başûrê Şerîda Xezayê de, pênc kes, di nav de du zarok, hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.
Li Xan Yûnisê jî, malekî bû hedefa êrîşan ku di encamê de dayikek û sê zarokên wê hatin kuştin û herî kêm 20 kes birîndar bûn.
Piştî ragihandina dersînorkirinê, leşkerên Îsraîlî gelek mal li Xan Yûnis û rojhilatê bajarê Xezayê hilweşandin.
Topbaran û bombebaran tevahiya şevê berdewam kirin.
Bi sedan malbat ber bi herêmên bakur-rojava û hundirê Mevasiyê ve hatin koçberkirin.
Li şerîa Rojava di serdegirtinan de kesek mir
Li aliyê din li Şerîa Rojava jî leşkerên Îsraîlê serdegirtina malan pêk anî.
Wezareta Tenduristiyê yê Filîstinê derbarê serdegirtin û êrişan de daxuyanî da.
Li gorî wezaretê kesekî temen mezin di gulebarana Îsraîlê de hatiye kuştin.
Her wiha gelek kes hatine binçavkirin lê hejmara wan nehat zelalkirin.
Di heman demê de, hêzên Îsraîlê îro danê sibê bi êrişî Kampa Penaberan a Qalandiya ya li bakurê Qudsê kirin û gelek Filistînî binçav kirin.
Hejmara miriyan derket 55 hezar û 575’an
Piştî agirbesta li Şerîda Xezzeyê ku di 19’ê Çile de ket meriyetê, artêşa Îsraîlê di sibeha 18’ê Adarê de êrîşên xwe yên dijwar ji nû ve dest pê kirin.
Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de herî kêm 57 hezar û 575 kes hatine kuştin û 136 hezar û 879 kes jî birîndar bûne.



