Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, bi telefonê bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Antonio Costa re axivî.
Pezeşkiyan û Costa li ser pêşketinên navneteweyî yên dawî, bi taybetî li ser pevçûna 12 rojî ya di navbera Îran û Îsraîlê de, û her wiha têkiliyên di navbera Îran û Yekîtiya Ewropayê de nîqaş kirin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan têkîldarî rewşa nukleerî nirxandin kir.
Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku berdewamiya hevkariya bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) re girêdayî rastkirina pîvanên dualî yên ku di mijarên nukleerî de li ser Îranê têne sepandin e.
Li gorî daxuyaniyek nivîskî ya Serokkomariyê, Pezeşkiyan bi telefonê bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Antonio Costa re axivî.
Di hevdîtinê de, Pezeşkiyan û Costa li ser pêşketinên navneteweyî yên dawî, bi taybetî li ser pevçûna 12 rojî ya di navbera Îran û Îsraîlê de, û her wiha têkiliyên di navbera Îran û Yekîtiya Ewropayê de nîqaş kirin.
Pezeşkiyan teqezî li ser pabendbûna welatê xwe bi diyalog, dîplomasî, rêzgirtina dualî û çarçoveyên yasayî yên navneteweyî kir.
Pezeşkiyan diyar kir ku Parlamentoya Îranê qanûna rawestandina têkiliyên bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî re wekî “bertekek li hember tevgerên alîgir û ne-profesyonel” ên Rêvebirê ajansa eneriyê Rafael Mariano Grossi pejirand.
Hevkariya Îran û ajansa enerjiya atomî IAEA
Li gel vê yekê Pezeşkiyan behsa “hevkariya berfireh a salên borî” ya di navbera welatê xwe û Ajansa Enerjiyê de kir û got:
“Berdewamiya vê hevkariyê bi sererastkirina standardên dualî yên derbarê pirsgirêka nukleerî ya Îranê ve girêdayî ye.
Her dubarebûna êrîşkariyê wê bi bersivek biryardartir û poşmantir re rû bi rû bimîne.”
Pezeşkiyan diyar kir ku ew amade ne ku têkiliyan berfireh bikin û pirsgirêkên di navbera Îran û Yekîtiya Ewropayê de “bi rêya diyaloga avaker û rêzdar” çareser bikin.
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Costa jî xwesteka Yekîtiya Ewropayê ya dîtina çareseriyên dîplomatîk ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî û berfirehkirina hevkariya bi Îranê re anî ziman.
Costa teqez kir ku divê rêxistinên navneteweyî ji her standardên dualî dûr bisekinin.
Costa ji bo kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê de hatine kuştin sersaxî ji Pezeşkiyan re xwest.



