Tevî ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê duh ragihandibû ku şewatên li çiyayên Laziqiyê bi temamî kontrol kirine, lê îro şewatê Girê 45 ê stratejîk jî da ber xwe.
Îro ji ber bayê dijwar şewat berfireh bû û Girê 45 ê stratejîk jî da ber xwe û şewat ji kontrolê derketiye.
Karwanek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja çarşemê ji bo piştevaniya vemirandina şewatan ber bi beravê ve çûbû.
Lê piştî ku hikumete veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku şewat hat kontrolkirin, karwan beriya ku bigihêje cihê şewatê, vegeriya herêmê.
Lê hêjayi bibîrxistinê ku karwanê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro careker din piştî bihîstina belavbûna şewatê berê xwe da beravê.



