Ji ber vemirandina şewatan, berpirsiyartiya neteweyî û mirovî Rêveberiya Xweser careke din karwanê piştgiriyê şand perava Sûriyeyê.
Duh, piştî hat ragihandin ku şewatên li peravê hatine kontrolkirin, karwanê piştgiriyê yê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo destekdayîna vemirandina şewata li perava Sûriyeyê şandibû, vegeriya. Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo vê piştgiriyê spasiya xwe pêşkêş kir.
Lê piştî hat diyarkirin ku careke din şewat derketiye, karwanê piştgiriyê yê Rêveberiya Xweser dîsa berê xwe da perava Sûriyeyê.
Karwan ji 150 pisporên agirkujiyê yên ku perwerde li ser vemirandina şewatên berfiher dîtine, 18 erebeyên agirkujiyê yên ji kantonên Firat, Cizîr, Tebqa û Reqayê, 2 ambulance tevî tîmên wan, 2 tankerên mazotê û 2 treks, gelek erebeyên xizmetguzarî û alavên guncaw ên vemirandina agir û piştgiriya lojistîkî, pêk tê.
Karwan ji 150 endamên agirkujiyê, 18 erebeyên agirkuj, 2 ambûlans û tîmên wan, sahrîceke sotemenî, 2 treks û erebeyên kelûpel û amûrên lojîstîk ên pêwîst pêk hat.
Girêdayî wê wezîrê Rewşên Awarte û Karesetan a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Raid El Salih li ser malpera xwe ya X’ê destnîşan kir ku xebatên vemirandina şewatan bi alîkariya tîmên ji Reqa, Hesekê û Dêrazorê, di roja 8’emîn de didomin û hêvî kir ku ev karesata rûbirûyî tevahî Sûriyeyan derbas bibe.
Girêdayî mijarê, rêxistina Parastina Sivîl a Sûriyeyê destnîşan kir ku tîmên agirkujiyê li daristanên Laziqiyê rûbirûyî astengiyên mezin in; ji ber ku hewa lez e û deverên fireh pê ketine û di encamê de hin endamên tîmên agirkujiyê birîndar bûn.
Ji 3’yê vê Tîrmehê ve şewatên mezin li perava Sûriyeyê rû dane. Heta niha zêdetirî 14 hezar hêktar daristan şewitîne. Ji bo vemirandina şewatan aliyên xwecihî û herêmê ketine tevgerê û tîmên agirkujiyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li xebata vemirandina şewatê bûne. Ev yek berpirsiyariya neteweyî û mirovî ya Rêveberiya Xweser nîşan dide.



