Bi pêşengiya meclisên jinan yên bajarê Reqayê, diyardeya xwekuştinê û rêbazên piştgiriya civakî li hember vê diyardeyê bi civînekê hat nîqaşkirin.
Civîn li hola Eştar bi durişmeya ” Ji bo vejînkirina hêviyê, em bi hev re kar bikin” hat lidarxistin.
Di civînê de rêjeya bilind ya xwekuştinê, bi taybet di nava ciwan û jinan de hate nîqaşkirin.
Her wekî pêwîstiya hevgirtina civakê li hember vê diyardeyê, hat gotûbêjkirin.
Piştrî beşdaran nerînên xwe anînziman, civîn bi van pêşniyaran bi dawî bû:
Pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û tenduristî ji kesên hewl dane xwe bikujin.
Zêdekirina hemleyên hişyarkirinê li dijî xetereyên derûnî, fişarên civakî û aborî.
Piştgiriya hewlên Rêveberiya Xweser ji bo başkirina şert û mercên ciwanan.
Belavkirina hişmendiyê bi rêya dezgehên çapemeniyê û agahdarkirina zû ji bo rewşên di xeteriya xwekuştinê de ne.
Aktîvkirina rola malbatê, di bilindkirina hişmendiya bav û dayikan de.
Teşwîqkirina navendên lêkolînê li ser lokînkiirna diyardeyê bi awayekî berfireh.
Lidarxistina atolyeyên xebatê bi komîn û meclisan re ji bo ku rihên pirsgirêkê werin naskirin.,
Vekirina navendên yasayê ji bo pêşkêşkirina şêwiran ji bo mexdûrên tundî, tecawî û destavêtinê.\



