Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Samî Qihêt El Ugle oxir kir û soza şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê da.
Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên sivîl, şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Samî Qihêt El Ugle li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a bajêr spart axê. Şehîd Samî El Ugle dema li ser erka xwe ya neteweyî bû, di 3ˊyê Tîrmehê li bajarokê Zirganê şehîd bû.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîze Hesen di merasîmê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em serê malbata şehdî sax dikin. Îro em lehengekî vê xakê şehîd Samî El Ugle oxir dikin. Em soz didin şehîdên xwe ku ew ji bo fedakariyên di oxira vî welatî de poşman nabin û em heta welatekî azad li ser şopa wan bin.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Cizîrê Mihemed Elî El Cewher ev tişt got: “Em ji mirinê natirsîn, berevajî em zordarî û zulma dijmin li ser gelê xwe ditirsin. Em di oxira azadiyê de ji şer natirsin.”
Di dawiya merasîmê de girseyê cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan de spartin axê.



