Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala yekemîn a perwerdê bi şahiyekî bi dawî kir.
Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 29ˊê Mijdara 2024’an de deriyê xwe li pêşiya xwendekaran vekir. Di peymangehê de xwendekarên beşên wênexêzî, peykersazî, mûzîk, şano û sînema derbasî sala 2’yemîn bûn. Dema xwendina li peymangehê 3 sal in. Îro jî bi vê boneyê Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn li navenda xwe ya bajarê Hesekê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de endamên Desteya Çand û Hunerê, Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Di şahiyê de sînevîzyon li ser dema avakirina peymangehê heya roja dawiyê ya xwendinê hate pêşkêşkirin.
Dure ji hêla du xwendekaran ve şanoyek hate pêşkêşkirin, mijara şano jî têkildarî çawa jin dikare bi vîna xwe di qada hunerê de cih bigire, bû. Li aliyekî din jî xwendekaran li amûrên tembûr û qanûnê jî dan. Şahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.
Peymangeha Bilind a Hunera ya Hîlala Zêrîn a li bajarê Hesekê bi armaca pêşxistina behre û jêhatiyên jinê û mezinkirina xeta têkoşîna şehîd Mizgîn û tevahî jinên hunermed, hat vekirin.



