35 partî û hêzên siyasî yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevpar daxuyaniyên dawîn ên nûnerê serokê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack red kirin.
Di daxuyaniyê de bal li ser peymana 10ˊê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hat kişandin û hat diyarkirin ku divê çareyeke siyasî ya giştî bi rêya dan û standinên di navbera tevahî aliyan de pêk bê û Sûriyeyek demokratîk were avakirin.
Hêz û partiyan di daxuyaniya xwe de piştgirî dan şandeya nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û anîn ziman ku ev şande vîna civakê ye, mafên tevahî Sûriyeyiyan û modela Rêveberiya Xweser wek beşek ji siberoja Sûriyeya nû, diparêze.
Di dawiyê de hêzên siyasî gotin her serkeftina her proseyeke dan û stendinê bi xwespartina rêgeza hevkariya rastîn û rêzgirtina taybetmendiyên herdu aliyan e, ji lewre divê siberoja Sûriyeyê bi destê Sûriyeyiyan tevahî be û li ser bingeha naskirin, edalet û hevkariyê be.



